Pages

Subscribe:

Ads 468x60px

۱۴۰۰ مرداد ۱۷, یکشنبه

سوپای تورکیە لە سەر سنووری باکور و ڕۆژهەڵاتی کوردستان، دەستدرێژی کردە سەر ژن و منداڵێک و ئازار و ئەشکەنجەی دوو لاویان دا

 



سوپای تورکیە لە سەر سنووری باکور و ڕۆژهەڵاتی کوردستان، دەستدرێژی کردە سەر ژن و منداڵێک و ئازار و ئەشکەنجەی دوو لاویان دا

سوپای تورکیە لە سەر سنووری باکور و ڕۆژهەڵاتی کوردستان، دەستدرێژی کردە سەر ژن و منداڵێک و ئازار و ئەشکەنجەی دوو لاویان دا



▪️Leşkerên Tirkiyeyê li ser sînorê bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê destdirêjî li jin û zarokekê kirin û îşkence li du ciwanan kirin



Şeva Şemiyê demijimêr di 00:00’ê de du komên sivîlan ku ji 28 kesan pêk dihatin dema dixwestin ji bajarê Qamişloyê ya rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê din a sînorî, bajarokê Nisêbînê ya bakurê Kurdistanê bibin, leşkerên Tirkiyeyê êrîşê wan kirin.


Di encama êrîşê de, du ciwanên bi navê Ê.Ê. (34) û N.H. (14) ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin.


Li gor nûçeya ANHAyê, leşkerên Tirkiyeyê îşkenceyên dijwar li her du ciwanan kirine û piştre bi ser dîwara sînor ku bilindahiya wê 5 metre ye avêtine aliyên din a sînorî.


Ji ciwanan N.H. got, “Milê min şikênandin. Ji ber tûndiya ku li min kirin hemû laşe min di nava xwînê de ma. Şopên tûndiyê hê jî li ser laşê min in.”


Ciwanê din ê ku îşkence li wî hatiye kirin Ê.Ê. jî da zanîn ku, ji ber ku leşkeran li serê wî dane ew bêhiş bûye.  


Her du ciwan serê sibehê demjimêr di 08:00’ê de bi ser dîwara sînor hatine avêtin û koma din ku hatibû desteserkirin jî bo malbata wan hatine radestkirin.


Li gor nûçeyê, leşkerên Tirkiyeyê herwiha destdirêjî li zarokeke 11 salî û jineke 25 salî kirine.

هیچ نظری موجود نیست:

ارسال یک نظر